Leza Hêmanên Dikevin (Galileo Galilei – 1638)
SALVATI: Ez dibêjim ku Aristoteles gotina xwe ya “Heke du kevir, yek ji ya din 10 car girantir, ji 100 gav bilindahiyê bên berdan, dê leza wan ya wextê digihîjin erdê ji hev cude bin û em dibînin ku dema kevira giran digihîje erdê, ya sivik dibe ku 10 gav ketibe.” qet neceribandiye.
SIMPLICIO: Lê zimanê bikaraniye dide nîşan ku wî azmûn ceribandiye; dibêje “em dibînin ku dema kevira giran …”, gotina em dibînin nîşan dide ku wî azmûn ceribandiye.
SAGREDO: Lê Simplicio, min jî ev azmûn ceriband. Hêmanên sed an dused lîbre ji berika çekê girantir, wextê ji 200 gav bilindahiyê tên berdan, hema demek jî be ji berika çekê zûtir nagihîjin erdê.
SALVATI: Xeynî ceribandinê jî em dikarin bi mantiqî bibînin ku du hêmanên bi eynî madê hatine çêkirin, ya giran ji ya sivik leztir nalîve, ev jî dijê gotina Aristoteles e. Lê Simplicio, pêşî vê bêje min: Hêman, bê bikaranîna hêzekê an jî bê bergirtiya tiştekî dikare bigihîje lezekî ragirtî (neguhêrbar). Du vê dipejirînî?
SIMPLICIO: Erê, hêmana di navînekê de dilîve xwedî lezekî ragirtiye û heta tewjima vê (momentum) neyê zêdekirin leza vê zêde nabe û heke bergirtiyek tune be leza vê kêm nabe.
SALVATI: Ê wisa be, heke em du hêmanên xwedî lezên cuda hilgirin û bikin yek, hêmana leztir dê aliyê hêmana hêdî ve were hêdikirin û hêmana hêdî jî dê aliyê hêmana leztir ve were lezandin. Tu çi dibêjî?
SIMPLICIO: Bêguman tu rast dibêjî.
SALVATI: Heke ew rast be û heke kevirekî mezin bi leza 8 ve dilîve bi kevirekî biçûk ya xwedî leza 4 re were girêdan, dê herdu bi hev re bi lezekî 8 kêmtir bilîvin. Lê wextê ew herdu kevir bi hev re tên girêdan, ev dibe kevirekî nû û ji kevira mezin girantir dibe. Û kevirekî giran ji kevirekî siviktir hêdîtir dilîve. Ew jî dijê gotina te ye. Wek dibînî, ez ji gotina te ya hêmanên girantir leztir dilîvin, encama hêmanên girantir hêdîtir dilîvin derdixînim.
SIMPLICIO: Ez nizanim çi bêjim. Bêguman wextê kevira biçûk bi kevira mezin re tê girêdan giraniya kevira mezin zêde dibe. Lê, çima zêdekirina giraniyê lazê zêde nake an jî qe nebe leza heyî naparêze qet fêm nakim.
SALVATI: Tu dîsa xeletî dikî Simplicio, ji ber ku gotina kevira biçûk giraniya kevira mezin zêde dike ne rast e.
SIMPLICIO: Qet tiştekî jê fêm nakim.
SALVATI: Piştî ez ji te re xeletiya tu dikî bêjim, tu dê vê fêm bikî. Divê tu rewşa livîna hêmanên giran ji rewşa eynî hêmanên bê tevger cuda bikî. Dema tu giraniya kevirekî dipîvî, tu ne kevirek din kulmek tovê genimê jî lê zêde bikî dê giranî zêde be. Heke em wan tovan bi kevirê re girê bidin û ji bilindahiyekê berdên, gorê te dê tov pesto bide kevirê û leza vê zêde bike an dê pestoya kevirê ya bi jor ve kêm bike û leza vê kêmtir bike? Mirovek wextê giraniyekê dide ser namilê xwe û livîna hêmanê asteng bike, dê pestoya hêmanê her tim li ser xwe pêhise. Lê heke ew mirov bi leza giranî dikeve xwe jêr de berde, ma leza giraniyê zêde dibe an jî giranî zêde dibe? Divê tu bibînî ku di demê sekinî de pestoya kevira biçûk dide kevira mezin di demê ketinê de tune dibe û giranî zêde nabe.
SIMPLICIO: Heke em kevira mezin bidanin li ser kevira biçûk dê çi be?
SALVATI: Heke kevira mezin leztir bikeve giranî jî zêdetir dibe, lê gava din me dît ku dema kevira biçûk hêdîtir dilîve leza kevira mezin kêm dike û dema ew herdu bibin yek leza nû ji leza kevira mezin kêmtir bû û ew jî dijê pêşniyara te bû. Ji vê jî em dikarin encama, hêmanên biçûk û mezin yên xwedî eynî giraniya taybet dê bi eynî lezê bilîvin, derxînin.
SIMPLICIO: Bi rastî guftûgoya te pir xweşe, lê dîsa jî bawerkirina ku hêmanên pir giran û berika çekê bi eynî lezê dikevin wisa ne hêsan e.
SALVATI: Tu çima nabêjî ku ez bawer nakim libekî xîzê wek kevirê aşê lez nabe? Simplicio, ez bawer dikim ku armanca te guherîna armanca guftûgoyê nebe û tu rêya mirovên ku çewtiya min ya qasî mûyê porê ji çewtiya qasî kapê keştiyê mezintir nîşan didin neşopînî. Aristoteles dibêje ku; Hêmanên bi giraniya yek lîbre û 100 lîbre ji 100 gav bilindahiyê bên berdan, hêj hêmana bi giraniya yek lîbre gavek neketî, hêmana bi giraniya 100 lîbre dê bigihîje erdê. Ez bibêjim dê eynî demê de bigihîjin erdê. Dema azmûn tê ceribandin, kevira mezin tenê du tilî ji kevira biçûk dibore. Tu niha nikarî 99 gavên Aristoteles di bin du tiliyan de veşêrî û wextê çewtiya min ya biçûk tînî ziman nikarî derbarê çewtiya Aristoteles de bêdeng bimînî. Aristoteles dibêje ku di eynî navînê de leza hêmanan bi giraniya wan re rêjeyî ye (livîn girêdayiyê giraniyê ye). Taybetiyên navîn û yên tiştên din tune hesab dike û wek mînak, awayê hêmanê girîng nabîne. Dema madeya tîrtirîn zêr were lêdan û wek belgekî were pan kirin, em dibînin ku di hewa de difire û eynî tişt ji bo kevira tê hûr kirin jî derbasdar e. Heke tu dixwazî pêşniyara xwe biparêzî, divê tu bidî nîşan ku kevira 10 lîbre ji kevira 2 lîbre 10 car zûtir dikeve. Lê ez dibêjim ev çewt e û heke ji 50 an jî 100 gav bilindahiyê bên berdan, dê eynî demê bigihîjin erdê.
SIMPLICIO: Lê heke azmûn şûna ji çend gavan ji çend hezar gavan were ceribandin, di be ku encam cuda be.
SALVATI: Heke tişta Aristoteles dibêje ew be, hingî tu xeletiyekî wek bêjî wî sextekar dikî, ji ber ku li ser rûyê erdê bilindahiyek wisa rast tuneye. Di holê de ye ku Aristoteles ew azmûn neceribandiye, lê bi gotina em dibînin wî daxwaz kiriye ku em bawer bikin wî ew azmûn ceribandiye.
Ji pirtûka Galileo Two New Sciences
Ji bo nivîsara bi ingîlizî pêl livir bikin.
No trackbacks yet.